Pêka nûçeyên gehiştî bi Navenda Nûçegihaniya PDKÎ, roja Înê 7ê Rêbendanê, hêzên rejîma Îranê bi tevahî çar aliyên goristana gundê “Alîkend” yê girêdayî bajarê “Bokan”ê girtibûn û rênedan ku rêûresima çileya şehîd “Mihemed Hacîresûlpûr” şehîdê şoreşa “Jîna”yê bê lidarxistin û ji aliyek din ve êrîş kirine ser tirba şehîd “Ebdulla Mihemedpûr” yê şehîdê Hizbê û kêla wî şikandine.
Şehîd “Ebdulla Mihemedpûr” şehîdê PDKÎ, li sala 1342an a Rojî, li gundê “Alîkend” ji dayîk bibû, û di şer û pevçûnek qehremanane de li navbera bajarê “Seqiz û Bokan”ê digel hêzên dagîrker yên rejîma Îranê piştî berevaniyek zêde, tevlî karwanê nemiran bû û termê wî li gundê “Alîkend”ê bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.