Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Hevkarî li derheq erdheja bajarê Xoyê

16:49 - 29 Kanûna Paşîn 2023

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li derheq erdheja bajarê Xoyê daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Mixabin di heyama hefteya derbasbûyî de, bo çendîn caran erdhejê bajarê Xoyê û gundên derdora wî bajarî ya ser bi parêzgeha Urmiye hejand ku, herî dawî şeva Şemî li ser Yekşemî, 9`ê Rêbenda 1401`an, bi legîzîniya 5.9 rîxtir bûye û erdhejên herî dawî yên piştî wê bûyerê heta serpêdeya îro berdewamî hebûye.

Bi sedema vê bûyerê heta niha sê welatiyan canê xwe ji dest dane, û 816 welatî jî birîndar bûne, piraniya avahiyan bi taybet yên li gundên nêzî navenda ku erdhej çê bûye hiloşîne û amara zirarên berketî her şiqas ku diçe zêdetir dibe.

Rûdana vê erdhejê ev jî li demsala sir û seqem û barînên niha yên navçeyê de pirsgirêkên zêde bo xelkê bajarê Xoyê û deverên derdorê drust kiriye, û bitaybet ku şêwaza bi hawar çûna xelkê û şêwaza bi denghatina navendên hikûmetî, ku nerizayetiyeke zêde ji aliyê xelkê ve li pey hebûye. Lê, her weke berê xelkê Kurdistanê li navçeyên din li hawara daxwazkariyên xelkê bajarê Xoyê û navçeyên erdhej rû dayî de çûne, û pêka şiyana xwe xêwet û xwarin û kelûpelên germkirinê ji wan re dabîn kirine.

Navenda Hevkarî li derheq can ji dest dana wan çend welatiyan hevxemiya xwe digel malbat û kesûkarên wan yên li bajarê Xoyî û derdorê radighîne û nojdarbûna bilez bo berkevtiyên vê bûyerê hêvî dike. Herwisa bi bal dan bi karnameya berê ya navendên hikûmetî û dewletî yên Komara Îslamî di demên wiha de, ku bi xemsarî û desthejandin û gendeliyên xwe, xwe kirine nav birînên xelkê, û ji xelkê Kurdistanê daxwaz dike ku herwek demên berê bi bicih anîna erk û berpirsayetiya mirovî û nîştimanî, barê giran yê vê bûyerê li ser milê zirar berkevtiyên erdhejê li bajarê Xoyî kêm bikin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

9`ê Rêbenda 1401`ana Rojî

29`ê Kanûna Paşîna 2023`an