Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

di welatê Kanadayê de xwenîşandanek bo piştevanîkirin ji serhildana gelên Îranê hat lidarxistin

16:51 - 29 Kanûna Paşîn 2023

Roja Şemî 8ê Rêbendanê, bi dijî rejîma Îranê û bi taybet girtin û revandina xelkê ji aliyê hêzên serkutker ên rejîmê ve bi beşdariya hezaran kes ji neteweyên Îranê, xwenîşandanek mezin li bajarê Venkovêra welatê Kanadayê hate lidarxistin.

Hizba Demokrat wekî hemû rojên Şemiyê, yek ji rêkxistinkerê vê xwenîşandanê bû ye.

Di vê xwenîşandanê de çendîn peyam li derheq şoreşê û bi taybet li derheq cinayetên rejîmê hatine xwendin, herwisa peyamek ji aliyê Komîteya Hizba Demokratê ve li derheq rewşa îro ya Îranê û bi taybet Kurdistanê bi zimanê Ingilîsî, ji aliyê “Fayîze Newzad” ve hate pêşkêşkirin.

Di vê xwenîşandanê de nûnerê Rêkxirava Kedkarî li parêzgeha “Birîtîş Kolombiya”yê peyamek bo piştevanîkirin ji xelkê serhildêr ên îranê pêşkêş kir.

Xwenîşandan bi rêpîvan û dana siloganan bi dijî rejîma Îranê bi dawî hat.