Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Swêdê semînarek bi hilkefta 2ê Rêbendanê hate lidarxistin

10:09 - 30 Kanûna Paşîn 2023

Roja Şemî 8ê Rêbendana sala 1401an a Rojî, di bajarê “Stokholm” yê paytexta Swêdê de, semînarek bi hilkefta 2ê Rêbendanê 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê, bi beşdariya 100an kes ji nînerên hêzên siyasî û Parlemantarên Swêdê bi rê ve çû.

Di beşa yekem a vê semînarê de peyama Komîteya Swêdê ji aliyê Cihgirê Berpirsê Komîteya PDKÎ li Swêdê, “Ebûbekir Rehmanî” ve hate pêşkêşkirin.

Di panela yekem a Semînarê de, Endama Rêberî û Berpirsa Heyeta Birêveberiya Hizba Demokrat li derveyî welat Dr. “Kuwêstan Gadanî” li derheq Komara Kurdistanê û rola jinan di vê tevgera rizgarîxwazane ya gelê Kurd de û girêdana şoreşa “Jîna”yê bi armancên Komara Kurdistanê, baseke hûr û zanistî pêşkêş kir.

Di panela duyem de endamê Rêberiya Hizbê û mamostayê Zanîngehê, Dr. “Îdrîs Ehmedî” li derheq rewşa siyasiya Kurdistan û Îranê û şiroveya serhildan û şoreşa “Jîna”yê, gotarek pêşkêşî beşdarbûyên semînarê kir.

Di berdewamiya semînarê de, dostê doza Kurd û Parlemantarê Partiya Lîberal a Swêdê “Firêdrîk Malm” axivî, navbirî li derheq piştevanîkirin ji tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê tekezî kiriye.