Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê girtiyên Belûç di girtîgehên rejîmê de hatine îdamkirin

10:32 - 30 Kanûna Paşîn 2023

Sê girtiyên Belûç ku berê bi tehmetên madên hişber hatibûne girtin, cezayê bidarvekirina wan bi rê ve çû.

Ajansên mafên mirovî dane zanîn, ku ew sê girtiyên Belûç îro sibêdeha 10ê Rêbendana 1401an a Rojî, li girtîgeha navendî ya bajarê Kirmanê hatine bidarvekirin.

Nasnameya wan girtiyan wiha hatiye zanîn: “Resûl Seferzayî” yê 50 salî, “Ebdullah Seferzayî” yê 34 salî û “Hebîbullah Saranî”.

Pêka rapora salane ya Kempeyna Çalakvanên Belûç, di sala 2022an de, 179 girtiyên Belûç di girtîgehîn rejîmê de hatine bidarvekirin.