Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paşhej li Xoyê berdewam in/ rewşa welatyiyan gelek dijwar e

11:19 - 30 Kanûna Paşîn 2023

Li bajarê Xoyê paşhej berdewam tên û welatiyên vî bajarî şeva sar û bê îmkanat derbas kirin û daxwaza hevkariyê jî kirine.

Ji dema hatina erdheja 5.9 rîxterî li bajarê Xoyê heta niha 66 erdhej û paşhejên din hatine tomarkirin ku ev yeka bûye sedema tirsa welatiyên Xoyê.

Pêka amara “Zaniyarîgihandina Zanîngeha Urmiyê” piştî erdheja 5.9 rîxterî li bajarê Xoyê, 66 paşhej hatine tomarkirin ku ya herî zêde bi pileya 4.5 rîxterî bûye.

Di erdehaja bajarê Xoyê de heta niha hezar û 75 kes hatine birîndarkirin û 3 welatî jî canê xwe ji dest dan û derbe bi hezaran malên xelkê hatiye xistin.

Pêka vîdyoyên belavbûyî, welatiyên zirardîtî yên bajarê Xoyê gazinan ji berpirsên rejîmê dikin û dibêjin heta niha ti îmkanatek ji bo me nahtiye dabînkirin.

Xelkê ziyanberketî yên bajarê Xoyê di rewşek gelek dijwar de dijîn û wan di nav torên civakî de daxwaz ji xelkê Kurdistanê kirine ku bi hawara wan re herin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê jî, di daxuyaniyekê de daxwaz ji xelkê Kurdistanê kiriye ku hevkariya xelkê zirarberketî yên bajarê Xoyê bikin û bi hawara wan re herin.