Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komek ji çalakvanên bajarê Seqizê serdana malbata girtiyek siyasî kirin

10:29 - 4 Kanûna Paşîn 2023

Duh rêkevta 13ê Befranbara 1401an a Rojî, komek ji çalakvanên bajarê Seqizê serdana malbta “Mîlad Ebdî”, girtiyê siyasî li gundê “Yazîbilax” yê bajarê Seqizê kirin.

Wan çalakvanan bo hevderdîkirin digel malbata Mîlad serdan kirin û piştevaniya xwe nîşan dan.

Paşê wan çendîn pilakard girtibûne destê xwe û li ser wan hatiye nivîsîn: “Cihê xwendekaran girtîgeh nîne, girtiyên siyasî divê bêne azadkirinû…hwd.”

Roja Duşemî 16ê Xezelwerê, Mîlad Ebdî xwendekarê zanîngeha Elame Tebatebayî ya bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibû girtin û niha di girtîgeha Êvîn ya bajarê Tehranê de ye.