Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karwanek barhigirên veguhastina çekan yên rejîma Îranê li sînorê Îraq û Sûriyê bûne armanc

11:21 - 30 Kanûna Paşîn 2023

Pêka Rapora nûçegihaniya “‎Associated Press‎"ê şeva Yekşemî 9ê Rêbendanê, karwanek ji barhilgirên veguhastina çek û teqemeniyan ku ber bi “Sûriyê” ve diçûn li sînorê Sûriye û Îraqê li devera “El-Ebûkemal” ku yek ji navendên girîng yên çekdarên girêdayî rejîma Îranê ye bûne armanca balafirên bê balafirvan.

Çavedêriya Mafê Mirovî ya Sûriyê ragihandiye, ku ew balfirên bê balafirvan girêdayî bi hevpeymanên Rojavayî bi rêberiya “Amerîka”yê bûne û 6 barhilgir kirine armanc.

Ji aliyek dinê ve mediyayek Erebî ya bi navê “Artî Erebî” di vê derheqê de ragihandiye ku 25 barhigirên veguhastina çekan bûne bi armanc.

Heta niha ti aliyekê bi awayekî fermî ew êrîşe nekişandine situyê xwe.