Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firişte Mensûrî bi 6 meh girtîgehê hat cezakirin

11:25 - 30 Kanûna Paşîn 2023

Firişte Mensûrî welatiya Kurd ji aliyê taya 6 a dadgeha pêdaçûnê ya rejîma Îranê li bajarê “Îlam”ê bi 6 meh girtîgehê hate cezakirin.

Ew welatiya Kurd tevî serperiştiya zarokan, serperiştiya malbata xwe jî dike, dadgeha pêdaçûn a rejîmê li bajarê “Îlam”ê bi bê lêkolîn li ser dosiyeya wê û hebûna mafê parêzer 6 meh girîgeh bi ser de sepandiye û divê ew ceza bê cîbicîkirin.

Ew welatiya Kurd ji aliyê taya 1 a dadgeha “Şoreş”ya rejîmê li bajarê “Serawile” ya “Îlam”ê bi tohmeta “têkdana nezima giştî û afirandina nearamiyan, bêrêzî bi rêberê rejîma Îslamî, û kombûnên dijî ewlehiya navxwî” pêka madeya 134 a cezayên Îslamî bi 3 sal û 6 meh girtîhehê hatibû cezadan.

“Firişte Mensûrî” 28ê Xezelwerê di meşa xwenîşandanên bajarê “Îlam”ê de, ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve hatibû binçavkirin û piştî 2 hefteyan bi danîna barimteya 550 miliyon tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.