Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nexuyabûna deqera “Hamid Kamdij” li girtîgehê

08:59 - 30 Kanûna Paşîn 2023

“Hamid Kamdij” kurê “Wahîd” û xelkê gundê “Îndirqaş” yê girêdayî bajarê “Mihabad”ê tevî derbasbûna 12 rojan ji binçavkirinê deqera wî nexuya ye.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û pêwendiya telefonî û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin.

Pêka çavkaniyek agehdar malbata navbirî ji cihê mana kurê xwe bê agah in.

28ê Befranbara 1401an a Rojî, “Hamid Kamdij” bi bê hebûna belgeyên yasayî di mala xwe de hatibû binçavkirin û bo cihek nexuya hatibû veguhastin.