Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Em bi ti awayekî nahêlin Tehran bi çeka navkî bigihe

11:41 - 30 Kanûna Paşîn 2023

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antonî Bilînkin” gotiye, hemû bijarde ji bo rêgirtin ji bidestxistina çeka Navkî ya rejîma Îranê hene.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antonî Bilînkin” roja Duşemî 10ê Rêbendana 1401an a Rojî, ji rojnameya “El-Erebiyayê” re gotiye, Amerîka rê nade ku Komara Îslamî ya Îranê çeka Navkî bi dest bixe û ji bo rêgirî ji çeka Navkî ya Îranê hemû bijardeyek ber dest in.

Navbirî di berdewamiyê de gotiye: “Em hewlê didin ku bi rêya dîplomasiyê re nehêlin ku Tehran bigihêje çeka Navkî, eger Komara Îslamî pabendê dîplomasiyê nebe, emê bijardeyên berdest bi cih bînin.Yek ji wan bijardeyan ku dê bandorê lê bike, bijardeya leşkerî ye.