Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê Kiyomers Vaizî di dadgeha pêdaçûnê ya rejîmê de hate piştrastkirin

16:19 - 30 Kanûna Paşîn 2023

Kiyomers Vaizî mamosteyê xelkê bajarê “Sunqûr û Kuliyayî” yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê cezayê girtîgeha wî li dadgeha pêdaçûnê ya rejîmê de hate piştrastkirin.

Navbirî bi belavkirina peyameke vîdyoyî li ser rûpela tora civakî ya Instgrama xwe ragihandiye: “Digel hebûna 27 salan derbasiya kar, li gor biryara heyeta binpêkirinê, bi neçarî hatime malnişînkirin”.

Herwiha wî gotiye: Li kudera cîhanê digel welatiyekî ku tenê di nav torên civakî de çalakî hebûye bi wî awayî reftar digel bê kirin.

Herwisa wî mamosteyî daye zanîn: “Ez li ser şeqaman nebûme ku wiha tohmetên aloziyan bi ser min de bisepînin; ji me re bibêjin çawa û li kuderî nîşandana nerizayetiyan tê qebûlkirin”.

Li gorî gotina Vaizî, di rojên bê de navibrî ji bo cîbicîkirina cezayê bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha Sunqûrê dê bê gazîkirin.