Cihgirê Wezîrê Derve yê Komara Azerbaycanê, “Xelaf Xelafof daye zanîn ku wan dê kar û barên balyozxaneya vî welatî di Îranê de ragirtine.
Pêka Nûçegihaniya hikûmî ya “Azer Tac” ya Azerbaycanê, “Xelaf Xelafof” li ser vê mijarê gotiye: “Baku ji bo parastina canê persenolên xwe di Tehranê de, baweriyê bi Komara Îslamî ya Îranê nake”.
Herwisa navbirî daye zanîn ku berpirsyariya vê êrîşê û encamên micid ên wê di stuyê Komara Îslamî ya Îranê de ye.
Balyozxaneya Komara Azerbaycanê sibêdeh roja Înê 7ê Rêbendanê, di bajarê Tehranê de rastî êrîşek terorîstî ya Îraniyekê hat û Komara Azerbaycanê ev bûyera bi terorîstî bi nav kir.