Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du Mamosteyên olî yên bajarê Sinê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin binçavkirin

16:28 - 30 Kanûna Paşîn 2023

Roja Duşemî 10ê Rênendanê, mamoste “Luqman Emînî” pêşnimêjê mizgevta “Çar Yarên Nenî” yê ser bi bajarê “Sinê” û mamoste “Îbrahîm Kerîmî Nenelle” pêşnimêjê mizgevta gundê “Nenelle” yê girêdayî bajarê “Sinê” ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Ew 2 mamosteyên Kurd bi bê hebûna belgeyên yasayî li rêya bajarê “Merîwan”ê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.

Hêzên rejîmê piştî binçavkirina mamoste “Îbrahîm Kerîmî Nenelîe” êrîşî ser mala navbirî kirine û mala wî vekolîne.

Mamoste “Îbrahîm Kerîmî Nenelle” bi sedema piştevanî ji xwenîşandanên xelkê, divê li rojên Yekşemî 16ê Rêbendanê û Sêşemî 18ê Rêbendanê bo dadgeha taybet bi mamosteyên olî ya rejîma li bajarê “Hemedan”ê bê banghêjkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan hatine sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.