Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtin û gazîkirina mamosteyên olî yên Kurd ji aliyê rejîmê ve berdewam e

10:25 - 31 Kanûna Paşîn 2023

Rejîma Îranê tevî binçavkirina çalakvanên medenî û sendîkayî, vê carê dest avêtiye bi binçavkirina mamosteyên olî yên Rojhilatê Kurdistanê.

Di vê derheqê de roja Duşemî 10ê Rêbendanê, mamoste “Esed Husênî pişnimêjê gundê “Xurinc” û mamoste “Faroq Yûsifî”, yê pêşnimêjê gundê “Kelekîn” bo îdareya Îtilaata rejîmê li Pîranşehrê hatine gazîkirin.

Hevdem digel gazîkirina wan du mamosteyên olî bo navendên rejîmê, mamostayek din ê bi navê “Resûl Ehmednijad”, pêşnimêjê gundê “Baliqçî” yê ser bi Nexedê bo îdareya Îtilaata bajarê Nexedê hate gazîkirin.

Ew sê mamosteyên olî, piştî çend demjimêr lêkolînkirin digel wan, hatine berdan.

Her di vê derheqê de roja Duşemî 10ê Rênendanê, mamoste “Luqman Emînî” pêşnimêjê mizgevta “Çar Yarên Nebî” yê ser bi bajarê “Sinê” û mamoste “Îbrahîm Kerîmî Nenelle” pêşnimêjê mizgevta gundê “Nenelle” yê girêdayî bajarê “Sinê” ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Ev du mamosteyên olî yên Kurd heta niha jî di girtîgeha Îtilaata rejîmê de ne.

Ji aliyek din ve jî, mamosta “Rehmet Nesûhî” yê 45 salî û xelkê bajarê Mihabadê, tevî derbasbûna 72 roj bi ser girtina wî re, ew hê jî di girtîgeha rejîmê de ye.

Ev mamosteyê olî yê Kurd li dema binçavkirinê heta niha ji parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.