Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyekî leşkerî yê rejîma Îranê li nêzî sînorê Sûriyê û Îraqê hate kuştin

10:30 - 31 Kanûna Paşîn 2023

Li nêzî derdorê devera El-bûkemal çendîn kamiyonên hilgirê çekan kevtine ber êrîşa dironan û çendîn kes ji wan hatine kuştin ku yek ji wan fermandeyekî leşkerî yê rejîma Îranê bû.

Çavdêriya Mafê Mirovî li Sûriyê ragihandiye, sibêdeha roja Duşemî 10ê Rêbendanê, li gundê “El-herî” li nêz sînorê Sûriye-Îraqê li parêzgeha “Dêrezor”ê, çendîn kamiyopnê hilgirê çekên Spaha Pasdaran kevtine ber êrîşa dironan û renge ew êrîş ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatibe kirin.

Di vê êrîşê de 10 kes hatine kuştin ku yek ji wan fermandeyekî leşkerî yê rejîma Îranê ye ku heta belavbûna vê nûçeyê navê wî nehatiye zanîn; Çavdêriya Mafê Mirovî li Sûriyê ragihandiye ku tevahiya wan kuştiyan xelkê Sûriyê nebûne.

Pêka gotina wê saziyê, zêdetir ji 15 hezar milîs ji welatên Îraq, Efxanistan û Pakistanê ji aliyê rejîma Îranê ve perwerdeya leşkrî dîtine ku piraniya wan li parêzgeha Dêrezorê bi taybet li navbera bajarê Dêrezor û El-meyadîn”ê de cihgîr in ku hewcehiyên wan ji sînorî Îraqê ve bo wan têne şandin.