Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî: Em teqekirin ji xwenîşanderên Ciwanroyê şermezar dikin

10:54 - 1 Kanûna Paşîn 2023

Navneda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li derheq xwenîşandan li Ciwanroyê û serkutkirina wan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve daxuyaniyek belav kir û serkutkirina xwenîşanderan şermezar kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Roja Şemî 10ê Befranbarê di nav xwenîşandanên bajarê Ciwanroyê de ciwanekî temen 22 salî yê bi navê Burhan Eliyasî bi guleyên hêzên serkutkar ên rejîmê hate şehîdkirin û zêdetir ji 10 xwenîşanderên din jî birîndar bûn û hejmareke zêde jî hatine girtin.

Di demekê de ku zêdetir ji sê mehan e li Kurdistan û Îranê şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” berdewam e, hêzên serkutkar ên Komara Îslamî bi taybetî li Kurdistanê bi awayekî bê rehmane xwenîşanderan didine ber gulleyan û xwîna wan dirijînin.

Em wek Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, tevî şermezarkirina serkuta xwînayî ya xwenîşanderên Ciwanroyê, em sersaxiyê dibêjine malbata şehîd Burhan Eliyasî û xelkê berxwedêr ên bajarê Ciwanroyê û hêviya başbûna bilez a birîndaran dixwazin.

Em daxwazê li civaka navdewletî û aliyên siyasî yên Kurdistan û Îranê dikin ku li hember van tawanên rejîmê bêdeng nemînin û piştevaniya xwe ji xelkê serhildêr ên Îran û Kurdistanê re ragihînin.

Jin, Jiyan, Azadî

Biherife Komara Îslamî ya Îranê