Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanên netir ên azadîxwaz li Îranê benêrên Qasim Silêmanî şewitandin

11:10 - 4 Kanûna Paşîn 2023

Ciwanên azadîxwaz li piraniya bajarên Îranê bi hilkefta salvmerga kuştina Qasim Silêmanî yê terorsît, benêrên wî terorîstê şewitandin.

Li bajarê Siadetabada Tehranê di salmerga kuştina terorîst Qasim Silêmanî de bi dengek bilind li dijî rêberê rejîmê û terorîstên rejîmê silogan dan.

Li Meraxê ciwanên azadîxwaz benêra terorîstê navnetewî Qasim Silêmanî şewitandin û ew der ronahî kirin.

Li bajarê Mihabadê ciwanên şoreşger û azadîxwaz di salmerga Qasim Silêmanî de dîlan kirin û bi vî awayî kêfxweşiya xwe nîşan dan.

Li bajarê Yezdê ciwanên netirs benêrên rêberê rejîmê Elî Xamineyî şewitandin û ev der ji wan benêran paqij kirin.

Li bajarên Meşhed, Îslamşehr, çendîn bajarokên Tehranê û çendîn bajarên din ên Îranê, ciwanên azadîxwaz benêrên rejîmê şewitandin û bêzariya xwe ji rejîmê dane xuya.

Li bajarê Bûşehrê jî ciwanên azadîxwaz cihê mana nûnerê Xamineyî şewitandin.

Qasim Silêmanî yê terorîst fermandê Spaha Quds a terorîst ku duh salmerga wî bû, 13ê Befranbara 1398an a Rojî di balafirxaneya Bexdayê de digel Ebû Mehdî Muhendis fermandê Heşda Şeibî û 10 kesên din ku digel wan bû, ji aliyê balafirên Amerîkayê ve bûn bi armanc û gihan bi sizayên xwe.