Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Îsraîl li derheq lihemberderkevtin li dijî çalakiyên mûşekî yên rejîma Îranê tekezî kirin

11:57 - 31 Kanûna Paşîn 2023

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antonî Bilînkin” û Serowezîrê Îsraîl “Binyamîn Natanyahû” tekez kirine ku hewce ye li hember çalakiyên alozker ên rejîma Îranê li deverê û bernameya navkî û mûşekiya Îranê bisekinin.

Roja 10ê Rêbendanê, di konferanseke rojnameyaniyê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antonî Bilînkin” û Serowezîrê Îsraîl “Binyamîn Natanyahû” tekezî kirin ku li hember fitneyên alozker ên rejîma Îranî li Rojhilata Navîn û bernameya navkî û mûşekiya rejîmê û herwisa alîkariyên rejîma Îranê bo Rûsiyê, dê bi hemû şiyana xwe ve derkevin.

Herwisa “Binyamîn Natanyahû” gotiye: “Li derheq derfetnedan bi rejîma Îranê bo berhemanîna çeka navkî hevhizriyek cîhanî heye û Îsraîl bo rêgirîkirin ji berhemanîna çeka navkî ji aliyê rejîma Îranê ve, dê her karekî hewce encam bide.

Herwisa “Antonî Bilînkin” tevî qahîmbûna pêbendiya Amerîka bi sozên xwe digel Îsraîlê got: “Amerîka hevkariyên xwe yên li derheq rawestan li hember kiryarên alozker ên rejîma Îranê li dever û cihên din, dê bihêztir bike”.