Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina nûnerê PDKÎ digel nûnerê parlemana Fedral ya Ustiraliyayê

11:59 - 31 Kanûna Paşîn 2023

“Selah Pûresedî” Nûnerê PDKÎ, roja Duşemî 10ê Rêbendanê li Ustiraliyayê digel “Giraham Pîrêt” Nûnerê Perlemana Fedral li Partiya Kar a Ustiraliyayê civînek pêk anî.

Di vê kombûnê de bi hûrî li ser bûyerên 4 mehên derbasbûyî ku piştî kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî” rû dan û çavkaniya wê şoreşê Kurdistan bû, axivîn.

Nûnerê PDKÎ daxwaz ji “Giraham Pîrêt” kir ku li perleman û di nava dewletê de jî, piştevaniyê ji bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran bikin ku di heyama 43 sal dîktatoriya xwe ya olî de, dest di têrorkirina dijberên xwe yên siyasî li navxwe û derveyî welat de hebûye.

Herwisa daxwaza vê yekî jî hatiye kirin ku êdî rê nedin rejîma Îranê li Ustiraliyayê pere sipî bike û zarokên karbidestên rejîmê di vî welatî de bimînin.