Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Xoyê di rewşeke gelek dijwar de ne û rejîma Îranê hevkariya hewce bi wan re nade

12:07 - 31 Kanûna Paşîn 2023

Erdeheja 5.9 rîxterî a bajarê Xoyê û derdora vî bajarî derbeyên mezin ji 3 hezar malan zêdetir xistiye û rejîma Îranê tevî vê ku ti alîkariyeke wisa bi wan re nedaye, bi tundûtîjî digel wan reftar kiriye.

Pêka amaran heta niha zêdetir ji 3 hezar û 50 mal li bajarê Xoyê û derdora vî ku xisar dîtine, hatine tomarkirin; Amara serast hêj nehatiye belavkirin.

Bi sedema sir û seqemê xelkê xisardîtî di rewşeke gelek dijwar de ne û rejîma Îranê tevî ku ti alikariyek bi wec bi wan re nedaye, hêzên rejîmê li xelkê nerazî yên xisardîtî dixin û bêrêziyê bi wan re dikin.

Xelkê zirarberketiyên erdheja bajarê Xoyê, ti hêviyek wan bi rejîma Îranê nîne ku hewcehiyên wan dabîn bike; Her lewam wan di nav torên civakî de belav kirine ku wan pêwîstî bi hevkariya birayên xwe yên tev bajarên Rojhilatê Kurdistanê hene; Hin ji wan gotine ku ev alîkariya ku bi rêya rejîmê re tê komkirin, piraniya wan ji aliyê hêzên rejîmê ve tê dizîn û bi destê xelkê zirarberkevtî nagihe û daxwaz kirine ku ji rêya navendên xêrxwaz ve bigihînin destê wan.