Saziya Lêborîna Navnetewî ragihandiye ku rejîma Îranê tevî îşkencekirina xwenîşanderan di çend haletan de destdirêjî jî kiriye ser wan.
Roja Duşemî 10ê Rêbendanê, Saziya Lêborîna Navnetewî ragihandiye ku 3 kes ji xwenîşanderên hatinî binçavkirin ku 2 ji wan ciwan in û yek jî zilam e di girtîgehên rejîmê de rastî lêdan û îşkence û destdirêjiyan hatine.
Yek ji wan kesên ku rastî lêdan û destdirêjiyê hatiye ciwanek temen 19 salî yê bi navê “Mêhdî Mihemedîferd” e ku bi sedema destdirêjiyan rastî xwînrêjiyê hatiye û xwînrêjiya wî bi qasekî zêde bûye ku karbidestên rejîmê yên cinayetkar neçar bûne ku wî bo nexweşxaneyê veguhazînin.
Hêjayê baskirinê ye ku ew ciwanê temen 19 salî heftiyekê di odeya take kesî ku tijî mişik bûne hatibû ragirtin.
Ji aliyek din ve “Cewad Rûhî” temen 31 salî di girtîgehên rejîmê de rastî lêdan û îşkenceyek zêde hatiye û hêzên rejîmê bo heyama çend demjimêran boz xistibûne ser leşê wî û çendîn caran bi berqê û danîna çek li ser serî wî bi zor îtiraf jê sitandine.
Herwisa “Erşiya Tekdestan” ciwanê temen 18 salî bo heyamek zêde di odeyên takekesî de hatibû ragirtin û rastî lêdan û îşkenceyên hovane hatiye û çendîn caran çek li ser serê wî danîbûn ku divê îtirafê bike û hêzên rejîmê gef jê xwaribûn di egera îtirafnekirinê de, dê bavê wî jî binçav û îşkence bikin.
Ew sê xwenîşander xelkê bajarê “Nûşehr” yê girêdayî parêzgeha “Mazenderan”ê ne û di dadgehên nedadperwerane de û bi bê hebûna mafê berevanîkirin ji xwe bi tohmeyên “mofsid fî erzê” û muhribe” bi îdamî hatine cezadan û niha di bin gefa îdamkirinê de ne.