Li gorî nûçegihaniyên ser bi Komara Azerbaycanê, Di encama operasyona taybet a hêzên ewlehiya Azerbaycanê de, 7 kes ji toreke terorîstî ku ser bi rejîma Îranê bûne, hatine girtin.
Medyayên Komara Azerbaycanê gotine ku ew 7 kesane bi tawana sîxurîkirin ji bo rejîma Îranê li bajarê Baku û çendîn bajarên din hatine girtin.
Li gor malpera “İnteraz” a ser Komara Azerbaycanê, operasiyonek taybet ji bo sîxurên ser bi rejîma Îranê li Bakuyê hatiye destpêkirin û 7 kes ji torekê binçav kirine; Wê malperê navê wan kesan jî belav kiriye.