Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pasdarekî terorîst li bajarê Tehranê hate kuştin

11:10 - 4 Kanûna Paşîn 2023

Fermandê binkeyeke besîc yê bi navê “Qasim Fethullahî”,  ser bi Spaha “Mihemed Resûlullah”  a ser bi Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê Tehranê hate kuştin.

Fermandê binekeya besîc a “Sarellah” li taxa “Muxtarî” a girêdayê bi Spaha “Mihemed Resûlullah” a bajarê Tehranê ji aliyê kesên nenaskirî ve hate kuştin û Tesnîm nûçegihaniya girêdayê Spaha Pasdaran belav kiriye ku ew bi derba 4 gulleyan ji aliyê xwenîşanderên nerazî ve hatiye kuştin.

Hêzên serkutker ên rejîmê bi taybet Spaha Pasdaran a terorîst di serkuta hovaneya xelkê de rol hene û gelek caran dikevin ber kerb û kîna serhildêran û têne kuştin.

Di xwenîşandanên seranserî yên Îranê de ku 4 meh e berdewam e, hejmarek ji hêzên rejîmê jî hatine kuştin. Medya û berpirsên rejîma Îran kuştina wan dixine situyê xwenîşanderan û ji bo hinek ji wan xwenîşanderên girtî biryara îdamê dane.