Mamoste Îbrahîm Kerîmî û komek mamostayên olî ji bo rêzgirtin ji şehîd Burhan Eliyasî yê xelkê Ciwanroyê li ber dukana wî kom bûn.
Mamoste Îbrahîm Kerîmî û komek ji mamostayên olî yên bajarê Ciwanroyê, roja Sêşemî 13ê Befranbara 1401an, bi mebesta rêzgirtin ji bîranîn û navê nûtirîn şehîdê bajarê Ciwanroyê, şehîd Burhan Eliyasî, tevî kombûna li ber dukana wî, destegulek rêzgirtin û emegnasî pêşkêşê wî şehîdê Kurdistanê kirin û soza berdewamkirina rêya şehîdên şoreşa Jînayê nû kirin.
Şehîd Burhan Eliyasî di dema birêveçûna merasîma çileya salvegera şehîdên bajarê Ciwanroyê de ji aliyê hêzên serkutkar ên Îranê ve hate şehîdkirin û tevlî karwanê şehîdanên Kurdistan bû.