Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binyamîn Natanyaho: “Em bi hemû hêza xwe ve ji zindîkirina Bercamê rêgiriyê dikin”

11:42 - 4 Kanûna Paşîn 2023

Serokwezîrê Îsraîlê “Binyamîn Natanyaho”, di yekemîn civîna kabîneya xwe de gotiye: “Hêj Bercam ji destûra kar dernekevtiye û em bi hemû hêza xwe ve ji zindîkirina Bercamê rêgiriyê dikin”.

Serokwezîrê Îsraîlê roja Sêşemî 13ê Befranbarê, di yekem civîna kabîneya xwe de bi tekezî got: “Em bi eşkere û bi hêzeke zêde ve di asta navneteweyî de li dijî zindîkirina Bercamê disekinin û ez wa hizir dikim ku hêj rengehiya zindîkirina Bercamê heye û bi tevahî ji destûra kar dernekvtiye”.

Herwisa navbirî bi tekezî gotiye: “Ez ne bi tenê li pişta deriyên daxistî digel rêberên cîhanê li derheq Bercamê diaxivîn, belkî bi tekezî û bi eşkere ve hizra cîhanî ji metirsiya rejîma Îranê ku mijûlê kuştina hevwelatiyên xwe li navxwe û derve ye, dê agehdar bikin”.

Rejîma Îslamiya Îranê wek yekem gef li ser ewlehiya netewiya Îsraîl û aramiya cîhanê û yekem navenda geşedan bi terorîzmê, tim gefa jinavbirina Îsraîlê dixwe û hemû şiyan û hevlên xwe bo bidestxistina çeka navkî dide û hem jî di heyama serkut û kuştina xelkê serhildêr de hewla meyandina Uraniyonê nesekinandiye.