Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêd Prays: “Xwenîşandana xelkê Îranê ji sînorên etnîkî û cografiyayî derbas bûye”

12:22 - 4 Kanûna Paşîn 2023

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê “Nêd Prays” li derheq serhildana xelkê Îranê axivî û daye zanîn: “Serhildana xelkê li Îranê ji sînorên etnîkî û cografiyayî derbas bûye û bi awayekî ku ti rêberiyek nîne”.

“Nêd Prays” li derheq berteka Amerêkayê li hember tiwîttên hevpar ên beşek ji kesayetiyên siyasî yên li dijî rejîma Îslamiya Îranê de got: “Berî her tiştekî bo xelkê Îranê cihê pirsiyarê ye ku dê çawa xwe rêkxistin bikin, ev yeka ku me di heyama xwenîşandanan de dît, ji gelek aliyan ve balkêş bûye”.

Herwisa navbirî tevî îşarekirin bi vê yekê ku jin û keçan li Îranê ew serhildan dest pê kirine û ji gelek aliyan ve bi pêş ve birine got: “Ew nerizayetî surûştî ye û sînorên etnîkî û cografiyayî derbas kirine û bi wateyekê, bê rêberî ye”.

Herwisa navbirî daye zanîn: “Ew xelkê Îranê ye ku divê biryarê bide çawa xwe rêkxistin bike, berpirsayetî û rola me bo piştevanîkirin ji azadiya gotin, kombûn û tevahiya mafên bingehîn ên miroviya xelkê Îranê ye”.