Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seywan Îbrahîmî hevjînê Zara Mihemedî hate girtin

16:42 - 4 Kanûna Paşîn 2023

Roja Sêşemî 13ê Befranbara 1401an a Rojî, Seywan Îbrahîmî, Mamosteyê Zimanê Kurdî û Endamê Heyeta Birêveberiya Encumena Çandî-Civakî ya Nojîn, ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îranê ve hate girtin û bo cihek nexuya hetiye veguhsatin.

Navbirî di dema lipeykevtina dosiyeya hevjîna xwe “Zara Mihemedî” di dadgeha Înqilab a bajarê Sinê de ji aiyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatiye girtin.

Roja Şemî 10ê Befranbara 1400an a Rojî, Zara Mihemedî Mamosteya Zimanê Kurdî, piştî gazîkirin bo dadgeha bajarê Sinê hatibû girtin û ji bo birivebirina cezayê xwe yê girtîgehê bo Kanûna “Îslah û Terbiyet” a bajarê Sinê hate veguhastin. Wê demê 5 sal girtîgeh bi ser Zara Mihemedî de hate sepandin.