Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Almaniyayê daxwazî bo bi terorîst nasandina Sapaha Pasdaran zêde bûne

17:25 - 4 Kanûna Paşîn 2023

Çalakên siyasî yên welatê Almaniyayê daxwaz ji dewleta xwe kirine ku divê Spaha Pasdaran a rejîma Îslamiya Îranê ji listeyên rêkxirawên terorîstî yên cîhanê bê zêdekirin.

Pêka nûçeya malpera “Al Arabia”, roja Çarşemî 14ê Befranbara sala 1401an a Rojî, çalakvanên siyasî û bi nav û deng ên welatê Almaniyayê, daxwaz ji parlemana Almaniyayê kirine ku divê di demek herî kin de rêkxirawa Spaha Pasdaran wek terorîst bê naskirin û eger Spaha Pasdaran ji lişteya rêkxirawên terorîstî bê zêdekirin, bi vê wateyê ye ku êdî nikare li devere bibe gef û nikare bi hêsanî kiryarên terorîstî yên alozker encam bide.

Piştî vê yekê ku parlemana Birîtaniyayê daxwaz ji dewleta xwe kiriye ku Spaha Pasdaran ji listê rêkxirawên terorîstî de zêde bike, li Almaniya û welatên dinê de jî hejmara çalakvanên siyasî yên ku dixwazin Spaha Pasdaran wek rêkxirawek terorîstî bê naskirin, roj bi roj zêdetir dibe û daxwaz ji welatên din ên cîhanê dikin ku li hember cinayetên Spaha Pasdaran a terorîstî, bê deng û bê helwîst nebin.