Îro Pêncşemî 15ê Befranbarê xelkê azadîxwaz yên bajarê “Mihabad”ê li goristana gundê “Qelacoxe” yê girêdayî wî bajarî di merasima çileya şehîd “Şoriş Nîknam” de amadebûn, û bi dana siloganan “Şehîd namirin” digel rê û rêbaza şehîdan peyman nû kirin.
Li ser tirba şehîd “Şoriş Nîknam” birayê wî û çend kesên din bi xwandina helbestan peyman digel rêya şehîd Şoriş nû kirin.
Şehîd “Şoriş Nîknam” li roja Yekşemî 6ê Sermawezê, bi sedema teqeya hêzên hov yên rejîmê hatibû birîndarkirin û bi sedema kûrahiya birînan bo nexweşxaneya bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin û her li wê nexwşxanayê jî şehîd bû.