Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du girtî li girtîgeha Kerecê hatine îdamkirin

10:51 - 6 Kanûna Paşîn 2023

Roja Pêncşemî 15ê Befranbara 1401an a Rojî, du girtî li girtîgeha “Qizilhisar” a Kerecê hatine bidarvekirin.

Nasnameya wan herdu girtiyan bi “Mehdî Eskerî û Rostem Ebaszade” hatiye ragihandin.

Ew du girtiyane bi tohmeta “madên hişber” hatibûne cezadan ku cezayê bidarvekirina wan duh Pêncşemî bi rê ve cûye.

Her di vê derheqê de du girtiyên din yên bi navên “Ferhad Kerîmî û Seidullah Kerîmî Serînî” roja Çarşemî 14ê Befranbarê, li girtîgeha Kirmaşanê de hatine bidarvekirin. Ev du girtî bi “kuştina bi zanebûn”ê hatibûne cezadan.

Pêka amara salana ya navenda amarî, belavok û komek ji çalakvanên mafê mirovî yên Îranê di sala 2022an de, 457 rapor ji aliyê wan ve hatine tomarkirin ku 565 kes di girtîgehên rejîma Îranê de hatine bidarvekirin.