Li gor Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, roja Çarşemî 10ê Befranbarê kolberekî Kurd yê bi navê “Aram Mihemedî” temen 35 salî û xelkê bajarê “Sewlava”yê li sînorê “Newsûd”ê bi sedema kevtin ji bilindahiyê ve canê xwe ji dest da.
Ji aliyek din ve her di vê rojê de wate roja Çarşemî kolberek din yê bi navê “Areş Mihemedî” xelkê bajarê “Pawê” li sînorê “Newsûd”ê rastî lêdan û kutana hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hat û piştî lêdan û azardanê barê wî jî hatiye birin.
Pêka amarên hatinî tomarkirin li navenda Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê di 11 salên derbasbûyî de wate li sala “2012 heta 2022”an a Zayînî, bi gelemper 1849 kolber li sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin.