Di berdewamiya xwenîşandana xelkê serhildêr li dijî rejîma Îranê li Kurdistan û Îranê, şeva derbasbûyî 3 terorîstên Spaha Pasdaran a terorîst di dema serkuta xelkê azadîxwaz de hatine kuştin.
Şeva derbasbûyî 10ê Befranbarê, li bajarê “Semîrom” ê girêdayî parêzgeha “Îsfehan”ê, terorîstek ji hêzên Spaha Pasdaran a terorîst ê bi navê “Muhsin Rizayî” di dema serkuta xelkê de hate kuştin.
Di bajarê “Ciwanro”yê de jî, piştî vê yekê ku xelkê şoreşgêr ên wî bajarî rijiyane ser şeqaman, 2 terorîstên Spaha Pasdaran a terorîst ên bi navên “Secad Tehmasibî û Saman Ezîzî” di dema serkuta xelkê de hatine kuştin.
Rejîma Îranê kuştina wan terorîstên Spaha Pasdaran xistiye stuyê xelkê xwenîşander, lê ya rohn eva ye ku xelk bi şêwazeke aşitîxwazane û dûr ji her cure tundûtîjiyekê, xwenîşandan dikin.
Rejîma Îslamî ya Îranê gelek caran bo xapandina xwenîşandanan û reşnavkirina xwenîşanderan, bi xwe agir berdide cihên giştî û karbidestên xwe dikuje.