Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst mijûlê guherîna 2 gemiyên ticarî bo gemiyên hilgirê dironan e

11:04 - 6 Kanûna Paşîn 2023

Rejîma Îranê bi sedema dorpêçan, gemiyên xwe yên ticarî bi armanca leşkerî wek gemiyên hilgirê dironan û helîkopteran çê dike ku wek genmiyên şer mifahê jê verbigre.

Pêka zaniyariyên malpera “Military Times”, hêza deryayî ya Spaha Pasdaran a terorîst mijûlê kar li ser gemiyeke ticarî ya hilgirê kantîneran ya bi navê “Mehdewî” dike ku bikare wek gemiyeke hilgirê dironan û helîkopteran mifahê jê verbigre.

Pêka zaniyariyên malpera “Military Times”ê, navenda “Gemîsazî û Pîşeyiya Qiraxavan” li bajarê “Benderebas”ê cihê karê Spaha Pasdaran a trorîst bo çêkirina wan gemiyan e ku Spaha Pasdaran a terorîst ji Buhara sala derbasbûyî ve mijûlê wî karî ye.

Herwisa wê malperê daye zanîn, rejîma Îranê bi sedema dorpêçên aborî êdî nikare gemiyên xwe yên ticarî bi kar bîne, lewma Spaha Pasdaran a terorîst û Arteşa rejîma Îranê wan bo armancên leşkerî diguherîne.

Herwisa “Milîtary Times”ê gotiye ku renge di detpêka îsal de gemiya “Mehdewî” wek gemiyeke şer bê bikaranîn û gemiyeke din a ticarî ya bi navê “Baqirî” jî ku Spaha Pasdaran mijûlê kar li ser geuherîna vê gemiyê ye wek gemiya duyem ya hilgirê dironan mifah jê vergire.