Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşek ji girtiyên meşa serhildana gelên Îranê li girtîgeha Kerecê man girtin

11:19 - 6 Kanûna Paşîn 2023

Pêka nûçe û raporên ku hatinî belavkirin beşek ji girtiyên girtîgeha bajarê “Kerec”ê piştî pejirandina cezayê îdama 4 kes ji binçavkiriyên serhildana seranserî yên bi navên “Mihemed Biroxenî, Mihemed Husêynî, Mihemed Qubadlû û Mihemedmêhdî Kerîmî” ji aliyê Dîwana Bilind a welat ve bi nîşana piştevanî ji wan 4 kesan dest avêtine bi gireva birçîbûnê.

Herwisa ji aliyek dinê ve li girtîgeha “Keçûyî” a bajarê “Kerec”ê ku girtîgeha jinan e, 15 jin ji binçavkiriyên serhildana gelên Îranê bi sedema rewşa hatî sepandî bi ser xelkê de, 4 roj in di gireva birçîbûnê de ne.

Duh roja Pêncşemî 15ê Befranbarê malbata wan jinan bo serdankirin û hevdîtina keç û jinên xwe serdana girtîgeha “Kerec”ê kiribûn, lê berpirsên girtîgehê rê nedan ku wan bibînin û malbatên wan girtiyan li hember girtîgehê sekinîn û ragihandin ku heta bersivek rohin nedin ew li wir naçin.