Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûciwanekî temen 16 salî yê xelkê bajarê Şinoyê 84 roj e hatiye binçavkirin

11:32 - 6 Kanûna Paşîn 2023

Pêka nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, “Îhsan Mihemedî” yê temen 16 salî yê kurê “Îbrahîm û Meryem”, heyama 84 roj e ku ji aliyê hêzên serkutker ên Îtilaata bajarê Şinoyê ve hatiye binçavkirin û di vê heyamê de hatiye îşkencekirin.

Kurdpayê daye zanîn, “Îhsan Mihemedî” yê 16 salî û xelkê gundê “Emîrava” yê girêdayî bajarê Şinoyê, li 1ê meha Rezberê bo îdareya Îtilaata bajarê Şinoyê hatibû banghêjkirin û wir jî hatibû binçavkirin, navbirî piştî çend rojan bo lêpirsînê ji girtîgeha Îtilaata bajarê Şinoyê bo bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û di wê heyamê de restî îşkenceyê hatiye.

Heta belavbûna vê nûçeyê, qedera wî nûciwanê temen 16 salî ku di navenda “Îslah û Terbiyet” a bajarê Urmiyê de binçavkirî ye, hêj rohn nebûye.