Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pizîşkekî nexweşxaneya bajarê Sinê li girtîgehê man girt

09:14 - 6 Kanûna Paşîn 2023

Pizîşkek neştergerî yê nexweşxaneya “Kewser” a bajarê Sineyê, yê bi navê “Îman Newabî” ku zêdetir ji mehekê ye hatiye binçavkirin û di girtîgehên rejîmê de rastî lêdan û îşkencê hatiye bi sedema givaşên hêzên rejîmê bo vergirtina îtirafên bi zorê, ji roja 12ê Befranbarê ve, dest avêtiye gireva birçîbûnê.

Dr. “Îman Newabî” bi sedema dermankirin û neştergeriya serhildêrên birîndar di meşa serhildana seranserî de, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin.

Heta niha sê kes ji kesayetî û navendên hiqûqî yên derveyî welat li welatên “Kanada, Holend û Otrîş”ê kifaleta “Îman Newabî” kişandine situyê xwe.