Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sînordarkirina hêla înternetê li Îranê 773 milyon Dolar xisar gihandiye aboriya welat

11:53 - 6 Kanûna Paşîn 2023

Sînordarkirina hêla înternetê ji aliyê rejîma Îranê ve, bandor li ser nêzî 72 milyon bikarhênerên Îranî danaye û 773 milyon Dolar jî ziyana aborî gihandiye welat.

Pêka rapora nû ya malpera teknolojî ya “Top10VPN” di sala 2022an de, rejîma Îranê 2,179 demjmêran hêla înternetê qut kiriye û torên civakî jî 4,863 demjmêran daxistiye û 130 demjmêran jî, ji lezgîniya înternetê kêm kiriye ku li ser hev dike 7,172 demjmêr.  

Herwisa ev rapora, bilî ziyanên aborî, binpêkirina azadiya kombûnên aştiyane û azadiya çapemeniyê di Îranê de ji aliyê desthilatdarên rejîmê ve dipejrîne.

Di destpêkirina xwenîşandanên nû yên di meha Îlonê de, ku piştî kuştina Jîna Emînî, bi destê “Polîsê Exlaq” dest pê kir, rejîma Îranê careke din destpêragihîştin bi înternetê sînordar kir û torên civakî yên Instagram û WhatsAppê heta demeke nediyar daxistine.