Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Azadîxwazên Îranê banghêjiyek bo 18ê Befranbarê belav kirine

12:01 - 6 Kanûna Paşîn 2023

Di nêzîkbûna 3emîn salroja xistina balafira rêvîngî ya “Ukrayn”ê de ku bi mûşekên Spaha Pasdaran a terorîst hate xistin û bû sedema canjidestdana 176 rêvîngan; navend û rêkxiraw û azadîxwazên Îranê banghêjiyek bo serhildana seranserî belav kirine.

Di wan banghêjiyan de ku bo roja Yekşemî 18ê Befranbarê hatiye belavkirin, ragihandine ku bo kuştiyên me li esmanan, li ser şeqaman, li girtîgehan, li derveyî welat û…hwd, emê bi awayekî seranserî man bigirin û xwenîşandanên seranserî li Îranê lidar bixin.