Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebdulhemîd Îsmaîl Zêhî: “Di rojên derbasbûyî de zêdetir ji 100 hevwelatiyên Belûç bikom hatine binçavkirin”

17:04 - 6 Kanûna Paşîn 2023

Di 14emîn Înê ya serhildanê li parêzgeha Belûçistanê, xelkê serhildêr li dijî parêzgarê destnîşankirî yê parêzgehê nerizayetiya xwe nîşan dan û bi siloganên dijî rejîmê, rijiyane ser şeqaman.

Hevwelatiyên Belûç di roja Înê 16ê Befranbarê û piştî birêveçûna nimêja Înê rijiyane ser şeqamên bajar û bi siloganan em parêzgarê besîcî naxwazin” dijayetiya xwe digel destnîşankirina fermandeyê biryargeha Quds “Mihemed Keremî” wek parêzgarê Belûçistanê nîşan dan.

Herwisa wan welatiyên Belûç di çeqaman de silogana “Bimre sitemkar çi şah be çi regber, ne seltenet ne rehberî demokrasî û beranberî” li derdora Mizgevta “Mekkî” ya Zahidanê kombûn û xwenîşandan lidar xistin û bi silogana “Ne kolberî ne sûxtberî, azadî û beranberî” piştevanîkirina xwe ji serhildêrên Kurd dane zanîn.

Di vê xwenîşandana serhildêran de tevî rewşa awarte û milîtarîzekirina bajarê Zahidanê, jinan jî bi silogana “Jin, Jiyan, Azadî” bi awayekî berçav beşdarî kiribûn

Fermandeyê biryargeha Quds yê Hêza Bejayiya Spaha Pasdaran a terorîst li başûrê rojavayê bajarê Tehranê, “Mihemed Keremî” roja Çarşemî 4`ê Befranbarê bi destûra Serkomarê rejîmê “Îbrahîm Reîsî” wek parêzgarê nû yê Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatiye destnîşankirin.

Di nimêja nîvro ya bajarê Zahidanê de, pêşnimêjê Mizgevta “Mekkî” “Ebdulhemîd Îsmaîl Zehî” di gotinên xwe de îşare bi binçavkirina bikom a zêdetir ji 113 hevwelatiyên Belûç di heyama çend rojên derbasbûyî de kir û bi tekez got: “Kesên Olî û yên ne Olî yên Îranê, ji kiryarên Komara Îslamiya Îranê nerazî ne û hewlên desthilata Îranê bo serkuta nerizayetiyan di 3 mehên derbasbûyî de şikest xwariye”.