Hevpeyvîn Hesen Mukerem
Me digel Abdula Hicab çalakvanê siyasî li derheq tehrîmkirina Spaha Pasdaran ji aliyê welatên Ewropî û Amerîkayê ve hevpeyvîn pêk anî navbirî got: “Danîna dorpêçan ji aliyê welatên xwedî hêjimonî di asta navneteweyî de bo ser dewletek, aliyek an organek fermî nîşaneya hindê ye ku ew alî di asta navneteweyî de meşrûiyeta xwe ji dest da ye”
P: Rêzdar Ebduk Hicab, Komara Îslamî serdarê Spaha Pasdaran yê bi navê Mihemed Keremî wekî parêzgarê Sîstan û Belûçistanê dest nîşan kir, bi nerîna we çima kesekî asayî dest nîşan nekir bo vê posta parêzgehê?
B: Ev vedigere ser siyaseta giştî ya rêjîmê ku piraniya pile û payeyên deselatê dane destê fermande û berpirsên pilebilind yên Sipaha Pasdaran. Tenê di dema Reîsî de, ez bawer im ew kesê 14-15ê ye ku ji berpirsayetiya Sipahê re derbasî pileya Parêzgariyê dibe. Elî Riza Fexarî parêzgarê Tehranê, Zeynil Abidîn Rezewî Xurem Parizgarê Azerbaycana Rojhilat, Ye`iqûb Elî Nezerî parêzgarê Xurasan a Rezewî û gelek fermandeyên din yên sipahê di dema Reîsî de bûne parêzgar. Parêzgarên din jî hema bi giştî an ji Sipahê tên, an ji beşên istixbaratî û ewlekariyê.
Lîsteya parêzgarên her çar parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê dîmenek baştir nîşanî me nade. Temaşa bikin: Muhemed Sadiq Muitemidiyan parêzgarê Urmiyê ji ku tê? Ji beşa sîxurî, an îtilaata Sipahê Pasdaran. Di gel ku ew bi xwe Kurd û ji Kirmaşanê ye, lê, ji roja ku xwe nas kirî heya îro tenê di dem û dezgehên ewlekarî, parastin û dayireyên girêdayî bi beşa ewlekariyê ya rêjîmê re kar kiriye. Parêzgarê Sine Ismaîl Zariyî Kûşa ji karûbarên birêveberiya Koma diyarîkirina berjewendiyên rêjîmê (Mecmeê teşxîsê meslehetê nizam) tê. Yek ji moreyên rêjîmê ye ku ji gencitiya xwe ve di dem û dezgehên ewlekarî û istixbaratî de kar kiriye. Wî di serhildana dawî de ku bi Şoreşa Jîna tê nas kirin rolek pir xirab lîst û bi awayê raste-rast kete xizmeta dezgehên ewlekariya rêjîmê ji bo kuştin û serkutkirina xwepîşanderan. Ji ber hindê di wê dema dawî de ji aliyê Ingilistanê ve kete nava lîsteya Dorpêçan.
Parêzgarê Kirimaşanê, Muhemed Teyib Sehrayî pêştir berpirsê amade kirin û şandina kesên ku ji bo rêjîmê propagendeyê dikin (Defterê êizamê Mubelix) bû. Ew tê çi wateyê? Tê wateya ku ji bo pêşvebirian îdeolojî û siyaseta rêjîmê bi her awayî kar kiriye. Anî ji Sipahê pitir pasdar e. Rewşa parêzgeha Îlamê ne baştir e. Hesen Behram Niya, ji karê cîgirê siyasî- ewlekarî yê Parêzgahê tê û pêştir endamê Sipaha Pasdaran bûye.
Ew yek nîşan dide ku ji bo sipahê erka parêzgar berpirsayetiyek girîng e ku naxwaze bide destê kesên ku ji derweyî heleqeya Sipahê tên. Xuya ye ku di asta parêgehan de parêzgar xwedî deselata herî bilind a ewlekarî, asayiş, pilansazî, birêveberî û ... hwd e. Ew tê wateya hindê ku Parêzgar bi xwe fermandeyek leşkerî ye, û hêza leşkerî ya rêjîmê jî di destê Sipahê Pasdaran de ye.
Rewşa Belûçistanê di warê ewlekarî de ne ji ya Kurdistanê baştir e. Dijminatiya rêjîmê bi netewa Belûç re jî weke dijminkariya bi netewa Kurd re vedigere bo salên destpêka hatina ser kar ya wê rêjîmê. Lewma diyarîkirina fermandeyek Sipaha Pasdaran weke parêzgar li wê deverê ne tiştek ecêb e.
Birêveberên dem û dezgehên din yên birêveberiyê jî an di destê sipahê de ne, an bi îzn û li gor pilanên sipahê têne diyar kirin. Lîsteya fermandeyên sipahê ku bûne wezîr, balyoz, şandeyen fermî û nefermî û hwd dûr û dirêje.
P: Gelo tehrîmkirina berpirsên leşkerî yên navendên cuda yên Spaha Pasdaran û saziyên din yên leşkerî yên Komara Îslamî ji aliyê welatên Ewropî û Amerîkayê ve çi bandorek li ser rewşa Îranê li derve û hûndir dadinê?
B: Danîna dorpêçan ji aliyê welatên xwedî hêjimonî di asta navneteweyî de bo ser dewletek, aliyek an organek fermî nîşaneya hindê ye ku ew alî di asta navneteweyî de meşrûiyeta xwe ji dest da ye û ketiye nava lîsteya reş. Ew yek girîng e. Di piratîkê de jî dikare bandora xwe hebe, ji ber ku piraniya berpirsên payebilinde rêjîmê li derveyî welat, li welatên weke Kanada, Ingilistan, Alman, Îtaliya, Feranse û heta Amerîka diraf û berjewendî hene. Hin karbidestên asta bilind hatinûçûna wan welatan dikin, kargeh û fîrmayên wan hene û bi şirketên wan welatan re bazirganiyê dikin. Heke dorpêç cidî bin, dikare bandora xwe danê.
Di wan salên dawîn de, bi hemû propagenda û diruşmên rêjîmê re, lê, moreyên xwedî berpirsayetî di Sipahê de bi welatên rojavayî re her demê di nava danûstandinan de bûne. Miliyarderên weke Babek Zencanî, Sadiq Mehsûlî, Muhemed Seraf û bi dehan ên din bi rêya sipahê û bi şirîkatiya sipahê ew mal û heyî bi dest xwe ve anîn. Zêdeyî 60% ticaret û abûriya Îranê raste rast di dest sipahê de ye. Kargehên bingehîn û pîşesaziya herî xwedî bandor li Îranê di destê Sipahê de ne. Lewma, dorpêç bê bandor nabin, lê bi tena serê xwe nikarin rêjîmê ji kar bixin.
P: Rêzdar Ebduk eger tehrîmkirina sazî û berpirsên Saziya Spaha Pasdaran ji aliyê welatên Ewropî û Amerîkayê ve, bersiv neda ev welatane dikarin esmanê Îranê bo firînê daxin û daxistina esmanê firînê çi bandorek heye li ser wî welatî?
B: Ev mijarek cuda ye. Esmanê welatekê heta di dema şer de jî nayê qedexe kirin, lewma nêrînek wisa ntenê dikare hêvî û xeyalek şirîn be. Divê em xwe bi tiştê ku ber bi aqilane ye û mumkîne re elaqedar bikin. Lê, tenê weke girîmaneyek eger bê û rewşa ewlehyyî biguhere, weke mînak aloziyên di navbera Îsraîl û Komara Îslamî de bigîje asta teqînê û di encama şerek îhtimalî de esmanê Îranê ji balafiran re bê sînûrdar kirin, wê demê rêjîm nikare xwe li ser pêyan bigre. Weke min bas kir, ew yek ne di rojeva cîhanê de ye.
P: Rêzdar Ebduk Hicab bi nerîna we Komara Îslamî dibe bi tehrîman bê guhertin an jî biherife?
B: Heya roja Îro çi rêjîmek tenê bi rêya dorpêçên abûrî nehatiye guherîn. Lê, di pirsên siyasî de tiştek mutleq nîne, bi wê wateyê ku tu nikarî sedîsed bibêjî ku dorpêçên şidyayî nikarin rêjîmê hilweşînin. Pirs ewe ku gelo ma ew bi tena serê xwe dikare weke yek ji faktorên hilweşandinê be? Bersiv ”na” ye.
Dorpêç dikare rewşa jiyana xelkê hêj aloztir û nexweştir bike, belengazî, birsîbûn û xêzaniyê di civakê de belav bike û bi xwe re bi dehan pirsgirêkên din bîne. Di encama rewşek wisan de, ne dûre ku gel bi berfirehî serî hilde û weke tê gotin «li ser rihê xwe re bawêje».
Di rewşek wisan de ne dûr e ku beşek ji parêzvanên rêjîmê jî berjewendiyên xwe di parastina sîstemê de nebînin û berê xwe ji rêjîmê bizivirînin. Tenê di rewşek wisan de ye ku zemîne ji bo çûna rêjîmê xweş dibe.
P: Dawîn pir rêzdar Ebduk Hicab dema ku tehrîm û daxistina esmanê firînê li ser welatên dîktator de bersiv neda, mezin hêzên cîhanê dikarin bijardeya êrîşa leşkerî hilbijêrin?
B: Rewşa cîhanê di sala 2022`an de bi qazanca dîktatoran hate guherîn, mixabin. Cemserbendiyên nû ku bi şerê Ukraina re gihîşte şerê rû bi rû, bû heger ku rêjîmên dîktator hêj zêdetir pişta hevûdu bigrin. Çîn weke cemserek nû ya abûrî û leşkerî wê zêdetir destê xwe dawêje siyaseta cîhanî û dixwaze bibe parsengek nû. Ji bo Çînê pirsên weke mafê mirovan, demokrasî û wekhevî ne pîvan e. Rûsiye ketiye nava çembera hêzên xwedî bandor û xwe di nava alingariyek cidî de dibîne. Koreya Bakûr bûye alingariyek cidî ya Etomî. Di qeyranek hê zêdetir de ew rêjîm wê destê hevûdu bigirin.
Di asta navçeyê de Tirkiye wê bi rêjîma Esed re ku dost û bermayîxwarê rêjîma Komara Îsmaliye ketiye nava diyalogê û ber bi asayîkirina pêwendiyan ve diçe. Ji welatên derdora Kendavê bi der, Êraq, Pakistan û Tirkiye wê heta dawî li hember destverdanek derveyî li dijî rêjîma Komara Îslamî bin. Ji hindê jî bi der, Amerîka ne amade ye di rewşa niha de xwe bixe nava şerek nû de ku encam jê re ne diyar e. Di vê navê de tenê Îsraîl e ku ewlekariya xwe di nebûna rêjîma Komara Îslamî de dibîne. Ew jî divê gelek hûr û gir bike heya xwe bixe nava alingariya şerek raste rast bi rêjîma komara Îslamî re. Lê eger rewşek wisan hate pêş Amerîka wê bi hemû şiyana xwe Îsraîlê biparêze.
Li ser wê bingehê divê piranî li ser potansiyelên navxwe ji bo guherandina rêjîmê bê hisab kirin.
Ev gotûbêje li hejmara 437`an ya Rojnameya Agirî de hatiye belavkirin