Xelkê serhildêr ên bajarê “Ciwanro”yê li berdewamiya serhildana seranserî, bi destên betal li hember hêzên serkutker ên rejîmê sekinîn.
Roja Şemî 10ê Befranbara sala 1401an a Rojî, piştî vê ku hêzên serkutker ên rejîmê rê nedan çileya girseyî ya şehîdên wî bajarî bi rê ve here, keç û kurên qehreman ên bajarê “Ciwanro”yê li hember hêzên serkutker sekinîn û hêzên rejîma Îslamiya Îranê bi teqekirina rasterast û gaza rondikrêj, êrîş kirine ser xelkê û di encamê de xortek hate şehîdkirin û çend kes jî birîndar bûn.
Piştî şehîdkirina wî xortê şîreşger ê bi navê “Burhan Elyasî”, xelkê şoreşger ên Ciwanroyê piraniya şeqamên wî bajarî girtine destê xwe û berdane hêzên serkutker û hejmarek ji binke û demûdezgehên rejîmê û Spaha Pasdaran a terorîst kevtine ber êrîşa kerb û kîna xelkê serhildêr.
Herwisa ciwanên bivêr ên bajarê Ciwanroyê, bo rêgirîkirin ji hatina hêzên rejîma Îranê bo nav bajar, xala lêkolîn a rêya di navbera Ciwanro-Rewanserê şewitandin û hêzên şekdar ên rejîmê ji vê binkeyê reviyan.