Pêka rapora Navenda Mafê Mirovî ya Kurdistanê, dadgeha Komara Îslamî digel azadiya demkî ya rojnamevana Kurd “Nazîla Me`irûfî” ya xelkê bajarê Seqizê dijberî kiriye.
“Nazîla Me`irûfî” rojnamevana Kurd ya xelkê bajarê Seqizê, di benda jinan a girtîgeha Qerçek a Kerecê de girtiye û tevî rewşa nebaş ya saxlamî û destpêranegihîştin bi tedawiyên pîzişkî, dadgehê digel azadiya demkî ya wê dijberî kiriye.
“Nazîla Me`irûfî” bi tawana hevpeyvîn digel bavê “Jîna Emînî”, ku bi destê hêzên serkutker yên Komara Îslamî hatibû qetilkirin hatiye binçavkirin û ji ber givaş û îşkenceyan hêzên serkutker, rewşa tendrustiya wê nebaş e.