Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihemed Mihemedrezayî bi nav nûnerê berê yê bajarê Bîcarê hat hat cezakirin

10:44 - 7 Kanûna Paşîn 2023

Dadgeha Komara Îslamiya Îranê “Mihemed Mihemedrezayî”bi nav nûnerê berê Kurd yê bajarê Bîcara ser bi parêzgeha Sinê bi du sal girtîgehê ceza kir.

Her di vê pêwendiyê de, dadgeha rejîmê, “Mihemed Mihemedrezayî” bi nav nûnerê Kurd yê berê yê bajarê Bîcarê li meclisa rejîmê de, bi tohmeta “propagende li dijî rayedarên rejîmê û têkdana ewlehiya giştî ya nizamê”, du sal cezayê girtîgehê bi ser de sepandine.

Mihemed Mihemedrezayî, ev heyama çend salan e ku, li hemer rêveberên bajarê Bîcarê ku dest li ser eraziyên giştî datînin, têdikoşiya û di heyama rojên derbasbûyî de jî, li derheq rêveberên Sine de hin belgeyên wergirtina ruşwet û bertîlan belavkiribû.