Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du kes ji binçavkiriyên serhildana seranserî îro hatin bidarvekirin

10:48 - 7 Kanûna Paşîn 2023

Sipêdeha îro 17`ê Befranbarê nûçegihaniya “Mîzan” ya girêdayî dezgeha Dad a rejîma Îranê belavkiriye ku “Mihemedmêhdî Keremî” û “Mihemed Husêynî” du kes ji binçavkiriyên serhildana seranserî ya gelên Îranê bidarvekiriye.

Hatiye belavkirin ku ew du azadîxwaz, ji mafê devdîtina dawî digel malbatên xwe hatibûne bêparkirin û bi bê agehdarbûna malbatan hatin îdamkirin.

“Mihemedmêhdî” li roja 14`ê Befranbarê bi sedema nebûna mafê diyarîkirina parêzerê xwe destavêtibû gireva birçî bûnê.

“Mihemedmêhdî Keremî” û “Mihemed Husêynî” li 12`ê meha Xezelwerê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûn binçavkirin û di bi nav dadegehên rejîma Îranê bi awayên nedadperwerane hatin dadgehîkirin û bi tohmeta kuştina kesek ji hêzên besîcî yên rejîmê û 16 tohmetên din cezayê “Mufisidê ser zewî”bi ser wan de hatibû sepandin.