Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê çendîn kesên Îranê xistine nav lîstê tehrîman

10:56 - 7 Kanûna Paşîn 2023

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku, 6 kes ji birêveberên cîbicîkar ên endamê “Heyeta Birêveberiya Pêşeya esmanî ya Quds” û birêveberê “Pîşeya Esmanî yê rejîma Îranê” xistine nav lîstê tehrîman.

Di wê gera nû ya tehrîmsan de ku Wezareta Xezînedariya Amerîkayê 16`ê Befranbarê belav kiriye, îşare bi navên “Huccetullah Qureyşî, Qasim Demawendiyan, Hemîdreza Şerîfiyê Tehranî, Reza Xakî, Mecîdreza Niyazî û Welî Erlanîzade” hatiye kirin ku endamê “Heyeta Birêveberiya “Pîşeya Esmanî ya Quds” in û birêveberê “Pîşeya Esmanî yê rejîma Îranê” yê bi navê “Nadir Siyaweşxûn” jî li wî lîsteya nû de ye.

“Pîşeya Esmanî ya rejîma Îranê” ji 10 salan berî niha ve kevtiye nav lîstê tehrîmên Amerîkayê û wek navendeke sereke ya alavên şer ên Îranê û berpirs û berhemhênerê dironan li Îranê ye û herwisa “Pîşeya esmanî ya rejîma Îranê” çavdêriyê li ser bernameya mûşekiya rejîmê dike.

Wezîra Xezanedariya Amerîkayê “Janet Yellen”ê gotiye: “Bo bêparkirina Pûtîn ji çekên ku bo şerê hovane li Ukraynê û bê heger bi kar tîne, em ji hemû alavên berdest mifahê verdigrin”.

Herwisa Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antony Blinken” jî gotiye: “Rejîma Îranê bi dana teknolojiya dironan bi Rûsiyê, agirê şer li dijî Ukraynê geş dike”.