Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dehan ekterên “Holly wood”ê daxwza sekinandina îdamkirina neraziyan li Îranê kirine

11:04 - 7 Kanûna Paşîn 2023

Dehan ekterên bi navûdeng ên “Hollywood” a Amerîkayê yên wek “Cate Blanchett, Jason Momoa û Samuel L. Jackson” bi rêya belavkirina peyameke vîdiyoyî, daxwaza sekinandina îdamkirina neraziyên binçavkirî li Îranê kirine.

Di vê peyamê de ku bi hevkariya derhêner û fîlmnamenivîsên Amerîkayî-Îranî “Nikol Necefî û Ana Lîlî Emîrpûr” û herwisa “Mojan Marno”yê hatiye berhevkirin, hatiye: “Em digel xelkê Îranê bo azadiyê berxwedanê dikin. Bi hezaran nerazî hatine binçavkirin, hejmarek ji wan hatine îdamkirin, rêjeyek zêde ji wan binçavkiriyan di bin gefê de ne, lê, cîhan mijûlî mêzekirina wan in”.

Herwisa derhênera Amerîkayî-Îranî “Nikol Necefî” li derheqê peyama wan ekteran de gotiye: Ew girêdayî bi me ye ku çawa li hember binpêkirina mafê mirov bisekinin, zaniyariyên li derheq bûyerên navxweyê Îranê û çawaniya bersivkarkirina rejîma Îranê zêdetir bikin, bo belavkirina wan alîkariya me bikin, em digel xelkê Îranê bo azadiyên bingehîn û demokrasiyê tekoşînê dikin”.