Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê hevpeymanên siyasî banghêjiyek bo mangirtina seranserî belav kirin

11:52 - 7 Kanûna Paşîn 2023

Roja Înê 16ê Befranbarê, Rêkxiravên weke Kongira Netewên Îrana Federal, Şêwreya Demokrasîxwazan û Hevpêwendî bo Azadî û Beraberî li Îranê, di banghêjiyekê de ji tev gelên Îranê daxwaz kirin ku bo roja Yekşemî 18ê Befranbarê, sêyemîn salroja karesata balafira rêvîngî ya “Ukrayn”ê ku ji aliyê Spaha Pasdaran ve bû armanc, mangirtinên giştî û xwenîşandan lidar bixin.

Ew sê hevpeymanên siyasî ji xwandekar, opozîsyon û rêkxiravên siyasî, xelkê medenî û tev tex û qadên cuda daxwaz kirine ku bo piştevanî ji malbatên qurbaniyên balafira “Ukrayn”ê roja Yekşemî birijiyêne ser şeqaman û bi yekîtî û yekdengî bo armanca xwe ku herfîna rejîma Îranê ye li tev bajaran berxwe bidin.