Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mewlana Gergîc: Bûyerên berê yên Ciwanro, Sîmrom û Îsfehan tal û biêş in

11:56 - 7 Kanûna Paşîn 2023

Mewlana Gergîc pêşnmêjê Înê yê mesebê sunî yê bajarê Azadşehrê li parêzgeha Golistanê, hem piştevanî ji Elî Dayî, Ebdulhemî û hemî hunermendên neteweyî yên Îranê kir û hem jî bûyerên bajarên Ciwanro, Sîmrom û Îsfehan gelek tal û biêş da zanîn.

Herwisa Gergîc got: Givaş û tundûtîjiyên li dijî xelkê bersivdar nin.

Wî melayên sunî meseb, tevî piştevanîkirin ji lîstikvan û hunermendên welat, ji rayedarên rejîma Îranê daxwaz kir ku, bila rûmeta rêzdar û destrêsiyên neteweyî yên welat bê parastin.

Mewlana Gergîc yek ji melayên sunî meseb yê herî bibandor li parêzgeha Gulistanê ye ku roja Înê bi hezaran kes ji peyrewên wî bi siloganên weke “Bijî Mewlana Gergîc” bi lez û bez pêşwaziya wî kirin û piştî salekê ji dûrxistina wî ji pêşnimêjiyê, ji aliyê nûnerê Welî feqî li Gulistanê, bo cara yekeme ku wir pêşnimêjî pêşkêş kir.