Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endama parlemana Ewropayê: Divê em digel rejîma Îranê wekî terorîst reftarê bikin

16:31 - 7 Kanûna Paşîn 2023

Nûnera Almanyayê li parlemana Ewropayê, “Hana Niyûmen” di twîtekê de li hember bidarvekirina Mihemed Mehdî Kermî û Mihemed Husênî nivîsîbû, ku kiryarên rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi axavtin û rasxistina ferşê sor nayêne rawestandin.

Navbirî di berdewamiyê de nivîsiye: "Pêdivî ye ku em sîknalek zelal bo wan bişînin û bi wan re wek rastiya wê çi ne, wate terorîst, reftarê bikin.”

Sipêdeha îro 17ê Befranbarê, “Mihemedmêhdî Keremî” û “Mihemed Husêynî” du kes ji binçavkiriyên serhildana seranserî ya gelên Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin.